Amnesty: Di her kêliyê de 7 muxalîfên Îranê dikarin bêne darvekirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku li Îranê di nava 24 saetan de 4 muxalîf bi dizî hatin darvekirin û metirsiya darvekirinê li ser 7 xwepêşandêran heye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyaniyek weşand û ragihand ku li Îranê darvekirin zêde bûye. Li gorî rêxistinê, di du rojên bihurî de çar girtiyên siyasî bi "nepenî" hatine darvekirin.

Diyana Al-Tehawî, Cîgira Rêvebera Herêmî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirinan kir û diyar kir ku ev kes bêyî agahdarkirina pêşwext ji wan an malbat û parêzerên wan re hatine darvekirin.

Li gorî rêxistinê, heft girtiyên din ên ku li girtîgeha QezlHesarê ne, di bin xetera darvekirinê de ne.

Diyana El-Tehawî darvekirin wekî "keyfî" û nepejirandî bi nav kir ku di demek şer û şînê de pêk tên.

Li gorî rêxistinê, pêla darvekirinê ji serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya 2022’an û vir ve dest pê kiriye û piştî şerê 12 rojên serhildana sala 2025’an zûtir bûye û gihîştiye asteke ku di çil salên borî de nehatiye dîtin.

Bi destpêkirina şer û pevçûnê re di 30’yê Adarê de, girtin û darvekirinên bi tohmeta sîxuriyê zêde bûne, ev yek jî fikaran li ser rewşa girtiyên siyasî zêde kiriye.